Amerîka Pêşwazî Li Danûstandinên Komîteya Destûra Sûriyeyê Kiriye

Amerîka li Cenevê pêşwaziya danûstandinên di navbera opozîsyonê û rêjîma Sûriyeyê ya di derbareyê komîteya destûrî de kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkî Nad Price roja Duşemê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku Amerîkayê pêşwaziya destpêkirina gera şeşan a danûstandinên Cinêvê di navbera hikûmeta Sûrî û opozîsyonê de dike.

Price pêwîst dît ku rejîma Sûriyeyê û lîderên mûxalefetê bi biryara 2254. a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re têkiliyekê bi Cenevê re deynin.

Roja duşemê li bajarê Cenevê a Swîsrayê tûra şeşemîn a civîna Komîteya Destûrî ya Sûriyê bi serokatiya Gir Biderson nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê bi armanca çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ku di sala 2011an de di dema xwepêşandanên bi navê Bihara Erebî de dest pê kiribû, dest pê kir.

Hêjayî gotinê ye ku tê payîn her sê alî li ser destûra nû ya Sûriyeyê nîqaş bikin.

Soran Hesen

___

Serokê Tûnisê Kanaleke Birayên Misilman(Îhwan) Girtiye

KDC

Yûnanistan Ji Bo Koçberan Wê Zêdetir Alîkariya Tirkiyeyê Bike

KDC

Asian stocks close mixed; China lags broader gains amid trade tensions

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW