Şehîdê Azadiyê

Helbestvan: Elwan Şivan.

Linav penc û lepên xedrê  

Hêvî, xewn, xeyalên te veçirîn

Linav penç û lepên xedrê 

Hestê tey hînik, bexteweriya tey berz veçirîn

Xwezaya bîranînên te, pêlên çemê piçûk

Kulîlkên newrozan,

Li buhara temenê te, li serdema azadiyê çilmisandin

Rîsê jiyana tey renge reng ji rengên keskesoran

Di zikê asoyên deverê de

Li ser teşiya kûjerekî bê nirx, reşkûjiyeke bê bext ,,

Keziyên mirina te bi tiliyên xinziyê hûnan,,,,,,

Beriya mêrdîne devera navdar, devera kevne dîrok

Li rê û diryankên Girê Moza xîwna te raxistin

Bergorna eyenda têkoşeriya te 

Bi penç û lepên sîxur û gornebaşan 

Di zikê welatê rojê de kolan

Linav dev û diranê xedrê  

Peyama lehengiya te, nameya kurdperweriya te 

Ji xameya raperîna qamîşlokê qetandin

Peyala tey mişt hest, mişt helwest 

Li destê elenda nûjen şikandin

Sirûda xwena azadiyê  ji gewriya te çirandin

Dinav gef û pêlên demê de 

Bazirganên netew firoş 

Li peravên şeva xewle buhayê xwîna te

Planên reşkûjiya te 

Bi dagîrkirjna deverê re nirx û bazar dîkin

Erê erê û tu kuştin

Lê nikarî bûn û nikarin û qet nikarîn

Rêbaza pîroz ji giyan û rawanê te cidakin

___

Piştî Vekişîna Rûsyayê Ûkraynayê Kontrola Kîevê Xiste Destê Xwe 

KDC

Hunermend Şivan Perwer Pîrozbahî Li Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

KDC

Peyama Konfedrasiyona Rewanda Kurdistanê bo xuşk û birayên Êzidî

KDC
KDC

FREE
VIEW