Di Dîroka Swêdê De Yekem Car Jinek Bû Serokwezîr

Parlemana nû ya Swêdê Seroka Demokratên Sosyal Magdalena Anderson wek yekem serokwezîra jin di dîroka Swêdê de hilbijartiye.

Hilbijartina Anderson di nava têkoşîneke dijwar re derbas bû ku di çaryeka dawî ya saeta doh êvarê de pêwîstiya danûstandinên bi navend û partiyên çep re hebû û Anderson di berdêla dengdana partiyê de, bi çepan re li ser zêdekirina mûçeyên teqawîtan li hev kir.

Dema Anderson weke serokwezîr hate hilbijartin, encamên dengdayînê bi rondik pêşwazî kir.

Tê payin ku Anderson roja Îniyê, piştî hilbijartina wezîran daxuyaniya hikûmetê bixwîne.

___

Navenda Revenda Kurdistanî Wê Webinarekê Ji Bo Salvegera Şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed Li Dar Bixe 

KDC

Li Elmanyayê rêjeya enfeksiyona koronayê

KDC

Îranê Ceza Li Hunermend Xalid Kerîm Birîye

KDC
KDC

FREE
VIEW