Şanda rêvebirê Konfedrasyona Rewanda Kurdistanê serdana serokatiya Zanîngeha Dihokê kir 

Di navenda dîdar û çalakîyên komîteya rêvebirên konfedrasîyona rewanda Kurdistanê li herêma Kurdistanê de, ev şandeya han serdana serokatîya zankoya Duhokê kir û ji alîyê serokê zankoyê ve hat pêşwazîkirin.

Şanda komîteya rêvebir a Konfedrasyona Rewanda Kurdistanê bi serokatiya Îsmaîl Kamil serokê konfederasyonê serdana Zanîngeha Dihokê kir , Şande ji aliyê Serokê Zanîngehê Dr. Dawûd Etrûşî ve bi germî hat pêşwazîkirin. 

Di civînê de ji bilî giftûgo kirin li ser rewşa Kurdên sirgûn, girîngiya kar û çalakiyên konfedralîzma penaberên Kurdistanê, komkirina hêz û şiyanên zanistî û piştgîrî kirina Kurdistanê û herwiha kûrtir kirina hesta hevkarî û piştgîrî kirina karên zanistî bo baştir kirina kêşeya Kurdistanê, behsa hin mijarên din kirin û bi hev re behsa hin proje û biryaran kirin

herdu alîyan tekezî li ser hevkarîyeka baştir ji bo çalakîyên zanistî yên di ayinde de kirin û li ser berdewambûna kombûnan pêywîste û li ser çalakî û projeyên hevbeş li hev kirin.

KDC

FREE
VIEW