Di mîtînga roja Înê ya 17/01/2025, Di destpêka civînê de nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya serkeftina duyemîn kongreya Konfederesyona Revenda Kurdistnî kir û piştre herdu aliyan li ser çend mijaran gotûbêj kirin, ji wan jî pêwîstiya hevkarî û hemahengiya hevbeş li gel Nuneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û amadebûna Konfederayonê ji bo piştgîrîkirina çalakiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî ew çalakiyên ku xizmeta koçberên Kurdistanî li Franseyê dikin û tekez li ser pêdiviya hevkariya rêxistinên civaka sivîl kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime piştgîriya enerjiya ciwanan û girîngî dan bi paşerojê bi taybetî zarokan û baldar bin bo hîn kirina zimanê dayîkê û handana ciwanan bo beşdarî kirin di çalakiyên curbicur yên çandî de ku êş û azarên gelê Kurd û têkoşîna wan bo azadî û aramî û kar kirin bo bilind kirina asta hesta netewî û pêdivîya beşdariya jinan were kirin Ji pêşengên komelên cemawerî û rolê berpirsyaretîyê werbigrin. Herweha herdu alîyan behsa çalakîyên ayinde kirin û di evê bareyê de nûnerê hukûmeta herêma Kurdistanê amadeyîya xwe ji bo piştevanîya çalakîyên penaberên Kurdistanî yên li Fransa da nîşandan