Tirkiye, Êrîşî Rojava Dikiye

Tirkiye û çekdarên bi ser, êrîşî bajarokê Eyn Îsa kirine û di encamê de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne. Piştî bersiva hêzên HSDê, êrîş hatiye têkbirin.

Îro serê sibê Tirkiye li gundê Dabsiyê yê Eyn Îsa li dijî rêya navneteweyî ya M4 êrîşeke bejahî pêk anî û piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî vê êrîşê derketin pevçûnên dijwar rû dan.

Li gorî agahiyan, li gundê Debsonê welatiyê bi navê Mecîd Ewz ê 35 salî jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne.

Piştî êrîşa li dijî Eyn Îsa, Tirkiyê gundên li ser sînorê Şehbayê wekî gundên Til Mazîq, Çiyayê Nayif û Bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê topbaran kir.

Heta niha tu zanyarî di derbarê zirarên bombebaranê de nehatine wergirtin.

___

Çalakvaneke Kurd Ji Aliyê Îtlaatê Ve Hatiye Girtin

KDC

Şehîdên 1ê Sibatê di dilê Kurdan de naçe der

nusar1

Kazakistan. Revende Kurdistanî festîvaleke muzîk û strana kurdî li dar xist

nusar1
KDC

FREE
VIEW