Brîtaniya: Navenda Rewanda Kurdistanê û rêxistinek dê dibistaneke Kurdî ava bikin 

Navenda Rewanda Kurdistanê-Birmingham û Rêkxirawî Rewşenbîrî Kurdî le Brîtanîya, dibistaneke Kurdî bo zarokên Kurd ku li Birmîngham û dewrûberê wê dijîn ava dikin. 

Roja yekşembîyê 15/1/2023 li hola Galeriya Orfa li ofîsa Rêkxirawa Rewşenbîrên Kurd li Bajarê Birmîngham a Birîtanya, Navenda Rewanda Kurdistanê û Rêkxirawa Rewşenbîrên Kurd li Brîtanîya civînek li ser damezrandina dibistaneke Kurdî bo zarokên Kurd ku li bajêr û derdora wê dijîn li dar xistin

Di kombûnê de biryar hat dan ku desteya rêvebirîya evê dibistanê bihê damezrandin û her yek ji wan Ferîdûn ûRizgar û Muhsin endamên navenda rewanda Kurdistanê-Birmîngham û serokê rêxistina Rewşenbîrên kurd li Brîtaniya û hevalên din jî bûne endamên evê desteyê û di heman demê de biryara vê projê bi hevkarîya navenda rewanda Kurdistanê- Birmîngham û rêkxistina serkevtî bihê cî bi cîkirin 

Nûnerê Civaka Kurd a Rojava Mîdland ku nûnertiya Kurdên Rojava dike tevlî civînê bû.

Di civînê de biryar hat dayîn ku heta avakirina federasyoneke ku li ser navê xwe û bernameyên xwe ava kiriye, dewam bike.

Di wê kombûnê de behsa mijara beşdarîya Kurd di şadîmana îsal a Newrozê de hat kirin ku biryare di meha adara îsal de ji bo kurdên Birmîngham bihê sazkirin.Kombûna hemû rêxistinan ku biryar weha ye navenda rewanda Kurdistanê li Birmîngham bihê vekirin û dê hemû kes xwe amade bike da ku beşdarîyê bi yek deng û armancê bikin .

KDC

FREE
VIEW