Stoltenberg: Swêd û Fînlandiya dikarin bibin endamên NATOyê

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg roja Pêncşemê got ku Fînlandiya û Swêd dikarin bi lez tevlî koalîsyonê bibin eger biryara xwe bidin û serlêdana endamtiyê bikin.

Stoltenberg li Brukselê daxuyanî da rojnamevanan û got, “Eger biryara tevlîbûnê bidin, wê Fînlandiya û Swêd bi germî werin pêşwazîkirin û ez li bendê me ku pêvajo bi lez be.”
Stoltenberg her wiha nîşan da ku ev plan xwe dispêre gotinên Serokkomarê Fînlandiyayê Sully Ninsto.

Stoltenberg got, “Ez pê bawer im ku rêyek heye ji bo dema derbasbûnê bi rengekî baş, ku ji bo Fînlandiya û Swêdê bê qebûlkirin.” Stoltenberg destnîşan kir ku heta erêkirina fermî ya 30 Parlamentên welatên endamên NATOyê, bername yên ji bo dema derbasbûnê ya navbera her du welatan dikarin bên amadekirin.

Di navbera Rûsya û Fînlandiyayê de sînorekî 1330 kîlometre heye, di heman demê de Swêd ji sînorê Rûsyayê ne dûr e. Rûsya gef a bicihkirina çekên nukleerî û fuzeyên supersonîk li Kalînîngradê xwar, eger her du welat bikevin nava koalîsyonê.

KDC

FREE
VIEW