Li Ser Lêkirina Dîwarê Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî Hate Deng

Neteweyên Yekbûyî nîyeta hin welatên Ewrûpayê ji bo ku rê li ber koçberan bigirin avakirina dîwaran rexne kiriye, bi israr e ku peymana sala 1951an bi bîr bînin, ew dema ku Ewropî ji ber şer ji cih û warên xwe bicîh hiştibûn.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Steven Dujarric ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku divê welatên Ewropayê peymana penaberan a di sala 1951an hatibû nivîsandin bînine bîra xwe ku dema Ewropî ji ber Şerê Duyemîn ê Cîhanê ji cih û warên xwe bûn.

Her wiha destnîşan kir ku welatên ji parastina sînorên xwe û welatiyên xwe berpirsyar in, berpirsyartiya wan serekî ye lê girîng e hemû welat rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigirin. Di nav wan qanûnan de peymana koçberan û destûrdayîna serlêdana penaberiyê, bi darê zorê neyên şandin û rêz li mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê bê girtin.

Ev yek piştî hişyariya Wezîrê Parastinê ya Polonyayê hate belavkirin ku armanca hikûmetê ji ber krîza penaberan li ser sînorê Belarûsê dîwaran lêbike û ji bo pêşî li penaberan bigire 3 hezar leşker li ser sînor bi cih kiriye.

KDC

FREE
VIEW